Bîrdoz an hizirdoz an teorî (bi îngilîzî: theory) peyveke xwedî du wateya giştgire: yek ji wan duyan di zanistên ezmûnî da tê bikaranîn (hem zanista xwezayî, hem jî zanista civakî), wê yeke din di felsefe, bîrkarî, lojîk û di nav parên dîtirên zanistên mirovî da tê bikaranîn. Ciyawazî û hetta mirov dikare bêje gengeşeyeka berçav heye navbera şaxên akademîkên cûrbicûr li dor çawahî ya bikaranîna peyva bîrdoz.

Herçend e ku di behsên akademîk da pirtir wateya zanistîya peyva bîrdoz mebest e, lê eve ne bi tenê wateya bîrdoz e. Pêdivî ye ku mirov hişyar be û wisa ferz neke ku di behseke akademîk da bikaranîna bîrdoz an teorî amajeyeke bo bîrdozeke zanistî an li ser bingehê ezmûnî.

Azînenasiyî in Tirkî (Bilimsel Yöntem)

Pênasa zanistî

Bîrdoz, di wateya xweya zanistî, pêkhateyeka tehlîlî ye ku bi mebesta ravekirina komek ji çavdêrîyên ezmûnî hatiye dariştin.

Bîrdozeke zanisî du tiştan dike:

  1. Vê koma çavdêrîyên ji hev cuda wekî polek ji diyardan destnîşan dike û,
  2. Sebaretî wê rastî ya bingehîn ku van diyardan ligel xwe dihîne yan li ser van kartêker dibe, bangeşe dike.

Bîrdoz bi giştî

Bîrdozan amûrên tehlîlî ne ku bo tê gihiştin, ronîkirin, û pêşbînîkirin a mijaran tên bikaranîn. Li gelek û curbicur gorepanên vekolînê da, mîna zanist û huner, bîrdozan hene.

Derbirîn û vegotina bîrdozan, pircaran bi zimanê xwezayî ye (mîna: zimanê îngilizî) û herdem bi awayekî tên avakirin ku bi giştî form û şeklên van destnîşankerê bîrdozekî çêkirî bi zimanê şêweyî [1] be.

Vegotin û Derbirîna bîrdozên bîrkarî bi zimanê şêweyî ye.

Dibe ku vegotina bîrdozan bi her şewazek be: bi şewaza bîrkarî, bi şewaza dawerî (sembolîk), herwisa bi zimanê asayî; Lê bi giştî ji vana tê payîn ku li dû pransîpên bîrkirina hizrî an lojîkê biçin.

Her bîrdoz pêkhatiye ji komek ji hevokan ku hinek agahdarîyên rast li xwe digrin sebaretî vê mijarê ku li jêr serincê da ye. Ligel vê yekê, herdem rastbûna her yek ji van agahdarîyan girêdayîyê hemû bîrdozê ye.

Bîrdozên felsefî

Ji van bîrdozan re ku mijara van pirtir bîrokan e, u ne zanyarîya ezmûnî “bîrdoza felsefî” tê gotin.

Lîsteya bîrdozên cihê serinc

Çavkanî û perawêz

  1. ↑ li gor şêwe û formên diyar

ku.wikipedia.org

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Google+ fotoğrafı

Google+ hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Connecting to %s