Fîlozofên Îyonyayî hê di salê B.Z 6ê de behsa vî tiştî kiribûn. Thales bawer dikir ku mirov jî wekî hemû tiştan ji avê hatîye. Anaximander jî hin eşkeretir digot, “eslê me ji deryayê tê û em ji peresana hin cure masîyan gihêştin”.

Arîstoteles hin xuyatir rastîya peresanê bilêv anî. Ev di got “Organîzma ji formên hêsan ber bi formên têkel pêşketin e ” û “Lebatên giyaneweran li gor pêwîstî û bi karanînê pêşketine”.

Di serdema navîn (çaxê navarest) de cîhê peresanê tune bû. Ji ber ku her tişt bi pirtûkên pîroz dihat reve kirin û her tişt jî di destê Dêran de bû.

Her wiha heta Darwînê gellek feylozof û zanistvan ji hêla xwe peresanê anî bûn ziman.

Lê raveya herî berfireh ya Darwînê bû. Piştî Darwînê jî di 160 salên dawîn de sedan zanistvan bi dehhezaran vedîtin, palpişt, keşîf û bermayîyên fosîlan û bi alîkarî û hêza hûrlênêrîna teknolojîya nû teorîya Darwîn ya peresanê bi dehan caran ber bi zagon bûnê re nêzîk bû.

Peresan û îroroj

Zanistvanên demê me dîyar dikin ku “dozîneya peresenê girêdayî seleksîyona sirûştî û daherizîna genetîkê ye ger hûn bawerîya xwe pê persenê neynin nikarin hin taybetmendîyên kur ya vê mijarê jî têbigehêjin.”

“Hemû organîzma ji yek çavkanîyê hatine û piştre cureyên din di nava milyonan sal de derketine holê. Di di hêla bîyolojîk de cureya herî nêz ya ji bo mirovan şempaze ne.”

“Pêşxistina û fam kirina mijara peresanê wê feyde ji çareserkirina gelek nexweşîyan û bersivdana gelek pirsan jî bîne.”

“Ev ji alîyê kesên ku bawerîya wan bi afirandinê heye ve tê rexne kirin.Cihê afirandinê û sêwirana aqilbend di zanistê de nîne.Her wiha divê siyasetvan têvî vî mijarê nebin.Ev mijarake zanistîyê.

“Çi karê sîyasetvan û oldaran bi vê meselyê re heye.Kîjan mentiq qebûl dike ku bi sedhezaran cure ji nişka ve hatibe afirendin û her cure jî di nava xwe de bi sedan avayên cuda ji nişka ve derkeve holê.”

“Peresan bi fosîlan bi fîzyolojî,anatomî û bîyolojîyê û hezaran palpiştên zanistî li ber çavê me ye.

“Zanist û teknolojî her roj pêş dikeve lê teorîya peresanê paş nakeve berovajî xurtir dibe.”

Formên derbas bûnê

Dijberên peresanê herî zêde behsa tune bûna formên derbasbûnê dikin.

Di salên dawî de bi veditîna fosîlên nû rastîya peresenê derdikeve holê. Herî dawî li Efrîqayê dû fosîlên mirovan ku ji serdemên cuda mane bi avayekî eşkere ferqa ku bi peresanê derketîye holê nîşan dide.

“Fosîlekî (Tiktaalik) 37 milyon salî ku helqeya kêm ya peresanê cureyek di navbera masî û omergayîya(mazmazk) bi 4 çar lingan ku li Qenedayê hatibû peyda kirin”

Her wiha berî demekî li Qenedayê jî fosîlekî 37 mîlyon salî ku helqeya kêm ya peresanê cureyek di navbera masî û omergayîya(mazmazk) bi 4 çar lingan hate dîtin û navê vê fosîlê jî wek “Tiktaalik” hate dayîn.

Herî dawî jî li eyaleta bakûrê rojavayê Çînê li Gansuyê 49 fosîlên ku nêzî çûkên amfîbîk ya roja me ye hate dîtin.Ev fosîlên ku navê ‘Gansus yumenensis’ hatîye danîn berê jî lingeke wan hatibû dîtin tê dîyar kirin ku di serdema dînazoran de jiyane. Ev fosîl beşên kêm ya peresnênên çûkan temam dike.

Her roj valahîyekî di vî warî de tije dibe. Di dahatûyê de bi zêdetir pêşkatina zanistê peresanê bi avayekî hin zeleltir wê were selmandin.

Teorîya peresanê ne dijî Xwedê ye

Nedera oldaran

Oldar li hemû Cîhanê qebûl kirin li alîyekî qerfên xwe vê yekê tînin.Dibêjin “ma çawa mirov ji meymûnê tên”

Oldaran bi zanayî meselaya peresanê lêvedigerînin “ji meymûnê hatinê” û bi berfirehî naxwazin lê binêrin.

Ji ber ku mehmûn di daristanan an jî li baxça ajalan tê dîtin û bo wan giyanewereke nizm e.Lê peresan ji meymûnê hatinê nîne.Ne mijareke ewqas hêsan û bêkitekit e.
Oldar piranî ji hêla xwe zanistî zêdetir bi hêla peresanê ya bi olê re mijul in. Oldar bi giştî vê yekê dijî pirtûkên pîroz dibînin.Pirtûkên pîroz hema ji wek tê dîtin şîrove dikin û li şuna ku kurahîya pirtûkên pîroz binêrin bi avayekî çîrokî gellek tiştan şîrove dikin. Êdî angaştên xwe de ewqas bi israrin ku ji xeynî parastina ramanên xwe riyekî din nabînin û ditirsin ku qebul kirina vê yekê zirarê bigêhêje olê.

Argumana herî bêbingeh ya wan derdoran ewe ku dibêjin “Peresan xizmetê dike materyalîstan”

Lê tu carî têkîlîya peresan û materyalîzmê li gor angaşta wan nebûye. Xulqparêz bi qastî peyvên îdolojîk, tirsnak wek komînîzm, materyalîzm, faşizîm, ateîzim, kapîtalîm û gelekên din bikartînin ku bi vê avahî mijara peresanê bi îdolojîyan re girêbidin da ku bi avahî hêsanti pûç derxînin.

Zagonek wisa tuneye ku komunîst,çepperest an jî faşîstek nikare bawerîya xwe bi Xwedê bîne an jî kapîtalîstek neçare bawerîya peresanê bike. Ev hemû têgîn, têgînên demî û berjewnedîyîyên teng in.

Ji nişka ve afirandin çiqas guncawe hêza Xwedê û riya mantiqê.Peresan ne nîşana hêza Xwedê ye. Ma gelo Xwedê dervey mantiqa mirovatîyê ya hemû serdeman heta dawîyê Cîhanê tiştetî dike!?Bawerîye her kesî hebe ku Xwedê wekî afiandina nişkave tiştekî hêsan pêk nayîne.

Angaştên klasîk yê dijberên peresanê

-Angaşt: “Peresan nehatîye îspat kirin”

Rastî: Di zanistê de teroî wek di matemetîk an jî mantiqê nayên îspat kirin.Peyva “îspatê” ji alîyê gel ve şaş tê fam kirin.Di tu qadê zanistê de wek matemetîkê an jî mantiqê % 100 îspat kirin nîne.Di zanistê de têgînek,rêmanek wisa nîne.

-Angaşt: “Peresan dijî pirtûkên pîroz û ole,heywan û mirov ji hev nahetine afirandin!”

Rastî: Li cîhanê êdî gellek oldar vê rastîyê dipejirînin.Pirtûkên pîroz rastû û têgiştina vê demê hatine nivîsandin. Hin çîrokên di nava pirtûkên pîroz de, çîrok û vegotinên giştî ne û divê li gor roja me were nirxandin”Ji nişka ve afirandin çiqas guncawe hêza Xwedê û riya mantiqê. Peresan ne nîşana hêza Xwedê ye. Ma gelo Xwedê dervey mantiqa mirovatîyê ya hemû serdeman heta dawîyê Cîhanê tiştetî dike!?

-Angaşt: “Peresan dijî xaladuduyê ya zagona Termodînamîk e. Ji kaosê, pergal çênabe. Entropî her zêde dibe û enerjî ber bi valahîyê belav dibe. Divê bo pêk hatina peresanê hêzeke berovajî entropîyê pêwîtse. Ji ber vê yekê peresan pêk naye, encax Xwedê hêzekî berovajî entropîye dikare pêk bîne.”

Rastî: Xala duduyê ya zagona Termodînamîk bo sîstemên girtî(dadayî) ye. Organîzma di sîstemên vekirî de danûstandina enerjîyê dikin. Di hawirê de enerjîya bêdawî heye. Xulqparêz(afirînparêz) dibêjin enerjî di fezayê de belav dibe. Jixwe li gor peresanê jî bi bikaranîna enerjîya li ezmanê jiyan pêk hatîye. Darek bi saya enerjîya ku rojê diger û bi çêkirina fotosentezê mezin dibe. Ango çavkanîya enerjîyê eşkereye. Di dema mirina zindîyekê “zêdeka entropîyê “pêk tê û hemû enerjîya wî “bo ji nû ve bikaranînê” vedigere sirûştêç

-Angaşt: “Asta kêm ya gaza Helyûmê di atmosferê de nîşan ciwan(genc) bûna Cîhanê ye. Ger Cîhan 4,6 salî bûya divîya bû ku zêdetir gaza helyûmê bûya”

Rastî; Helyum gazake pir sivik e. Wekî hîdrojenê tevî ezmanê dibe û di atmosferê de zêde namîne.

-Angaşt: “Bîyolog tu carî rastî peresanê nehatine”

Rastî: Peresan ne tiştekî ku di nava katjimêrek, roje, mehek an jî salan de pêk tê bo dîtina peresanên mezin milyonan sal hewceye. Bîyolog gelek caran çavderîya peresanê kirine. Di mîkrobîyolojî de nîşana vêê yekê her roj tê dîtin. Bakterîyên ku li dijî antîbîyoktîkan hêz qezenc û xwe diguherin dikin an jî bihokên ku li dijî DDTyê tirûş bidestdixin û xwe diguherin hin mînakên vê yekê ne.

-Angaşt: “Şaneyek çêkirî hê nehatîye pêkanîn”

Rastî: Şaneyeke xwedî faalîyetên jiyanî nehatîye çêkirin di hawirê labaratuaran de lê pêkhatên bingehîn yê giyaneweran aminoasît, nukleik asît, şekiran û gelek molekulên organîk bi avayekî sunî hatine çêkirin. Kêşe niha eve ku di labaraturan de bi teknolojîya îro şertên berîya 4,6 mîlyar salan naye pêk anîn û 4 mîlyar sal jî ne mimkune ku were sekinîn. Her wiha li benda mayîna pêkhatina şaneyek xwebixwe di nava lûlikên ezmûnê de hinek saxikî ye.

-Angaşt: “Jiyan xwe bixxwe di nava 4 mîlyar salan de nabe ku pêk were. Li noronekê binêrin çeşîddarîya reksîyonên biyokîmyasal binêrin ma çawa ewqas sîstem xwe bi xwe çêdibe?”

Rastî: Di pêşketina peresanê de her tim zanyarî û avahîya stabîl bi navberîya seleksîyona sirûştî di zindîyên din de jî hatîye bikaranîn. Binêrin laşê me, hin teybetmendîyên di him ya masîyan, bakterîyên îlkel(hoveber) him jî ya marîjokan ser me heye. Di peresanê de her tişt qedeme qedeme pêk hatîye. Berê amîno asît, piştre proteînên thermal, piştre proteinoid, piştre amino asitên ATP, piştre proteînên kompleks û senteza proteînan, piştre şaneyên prototîp û di nava mîlyonan sal de bi bi ceribandin û şelipînê şaneyên stabîl pêk hatine.

-Angaş; “Formên derbasbûnê nîne”

Rastî: Di salên dawî de bi veditîna fosîlên nû rastîya peresenê derdikeve holê. Herî dawî li Efrîqayê dû fosîlên mirovan ku ji serdemên cuda mane bi avayekî eşkere ferqa ku bi peresanê derketîye holê nîşan dide.

“Fosîlekî (Tiktaalik) 37 mîlyon salî ku helqeya kêm ya peresanê cureyek di navbera masî û omergayîya(mazmazk) bi 4 çar lingan ku li Qenedayê hatibû peyda kirin”. Her wiha berî demekî li Qenedayê jî fosîlekî 37 mîlyon salî ku helqeya kêm ya peresanê cureyek di navbera masî û omergayîya(mazmazk) bi 4 çar lingan hate dîtin û navê vê fosîlê jî wek “Tiktaalik” hate dayîn.

Herî dawî jî li eyaleta bakûrê rojavayê Çînê li Gansuyê 49 fosîlên ku nêzî çûkên amfîbîk ya roja me ye hate dîtin. Ev fosîlên ku navê ‘Gansus yumenensis’ hatîye danîn berê jî lingeke wan hatibû dîtin tê dîyar kirin ku di serdema dînazoran de jiyane. Ev fosîl beşên kêm ya peresnênên çûkan temam dike. Her roj valahîyekî di vî warî de tije dibe. Di dahatûyê de bi zêdetir pêşkatina zanistê peresanê bi avayekî hin zeleltir wê were selmandin.

-Angaşt: “Fosîl ji dema Kambrîan de ji nişka ve zêdebûne û organîzmayên pirrşane ji nişka ve zêde bûne. Lê berîya dema Kambrîna tu şop nîne.”

Rastî: “Mîkrofosîlên herî pêşîn aîdê ya berîya 3,6 mîlyar salên berê. Fosîla herî kevn ya fosîlên pirrşane jî ya berîya 700 mîlyan salanin. Ango ev mawe berîya 80 milyon sal berê ya dema Kambrîn e. Ger bi çavekî zanyarî neye lênêrîn mirov dikare bi hezaran pirsên tewş û dervey zanist bipirse.

Her wiha xaleke girîng jî ewe ku bi dehan angaştên bi rengî kesên (wekî li Tirkîye Harûn Yahya û koma wî/hin Xulqparêzên(afirînparêz) li emerîka) ne xwedîyê ev daneheva zanyarî û perewerdeyê ne ku angaştên wisa bilêv bikin.

Darwîn bi delfetên sedsala 19’emîn bergehek nû di warê zanistê de “afirand”. Êdî bi teknolojîya dema me binyata DNA yê bi temamî tê çareser (deşîfre) kirin. Di demekî wisa de mirov pêşarojê bifikire dê rojên tengav li benda dijberên peresanê de ne.

Teknolojî û zanist her roj bilêzî pêşdikeve û bo bizelalî tune kirina angaşta wan her roj pêşketinek nû çêdibe..Vê gavê bawermend hin zêdetir bikevin têngasî û mûxlakîyê. Helwesta wan zirarê dide ola wan jî

Tabloya Peresanê mirovê

Orrorin tugenensis: Berîya 6 mîlyon sal

Ardipithecus ramidus: Berîya 4.4mîlyon sal

Australopithecus anamensis: Berîya 4.2-3.9 mîlyon sal

Australopithecus afarensis: Berîya 3.6-2.9 mîlyon sal

Kenyanthropus platyops: Berîya 3.5-3.3 mîlyon sal

Australopithecus africanus: Berîya 3-2 mîlyon sal

Australopithecus aethiopicus: Berîya 2.7-2.3 mîlyon sal

Australopithecus garhi: Berîya 2.5 mîlyon sal

Australopithecus boisei: Berîya 2.3-1.4 mîlyon sal

Homo habilis: Berîya 2.3-1.6 mîlyon sal

Homo erectus: Berîya 1.8-0.3 mîlyon sal

Australopithecus robustus: Berîya 1.8-1.5 mîlyon sal

Homo heidelbergensis: Berîya 600-100 hezar sal

Homo neanderthalensis: Berîya 250-30 hezar sal

Homo sapiens: Mirovê roja me

.

Çavkanîyên giştî

Douglas Futuyma, Evolutionary Biology, Sinauer,
Tim Berra, Evolution and the Myth of Creationism, Stanford University Press, 1990
Roger Cuffey, Paleontologic Evidence and Organic Evolution, in Science and Creationism, edited by Ashley Montague, Oxford University Press, 1984,282
Douglas Futuyma, Science on Trial, Sinauer 1995, sayfa: 68-97 5) T.S. Kemp, Mammal-like Reptiles, Academic Press, 198
Harland et al.”A Geologic Time Scale”, 1982, Cambridge Uni. Pres
J. W. Schopf, “Evolution of the Earliest Cell”, Scientific American, 1978, 239 110-138
Douglas Futuyma, “Evolutionary Biology”, Sinauer, 1998,
Tim Berra, “Evolution and the Myth of Creationism”, Stanford University Press, 1990
Ian Stewart 1995. Nature’s Numbers. New York: BasicBooks.
Max P. Berstein, Scott A. Sandford, Louis J. Allamandola,
Life’s Far-Flung Raw Materials” Scientific American1999, 281
Ilhan Arsel, “Seriat ve Kadin”
Ilhan Arsel, “Toplumsal Geriliklerimizin Sorumlulari: Din Adamlari”, 1995
Turan Dursun, “Din Bu I, II, II

 

Çavkanî:

ku.wikipedia.org

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Google+ fotoğrafı

Google+ hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Connecting to %s