Hawar Net / Zanyaran huncereya bi tendûrist ya ku li rastî tu mûtasyonên genetîkî nehatî ji çermê nexweşên pençeşêra xwînê hilberandin.

 

Zanyarên Qenedî, di dermankirina pençeşêra xwînê de, ku yek ji zortirîn curên pençeşêrê ye, serkeftinek mezin bi dest xistin û huncereya bi tendûrist ya ku li rastî tu mûtasyonên genetîkî nehatî ji çermê nexweşên pençeşêra xwînê hilberandin.

 

Encamên xebata ekîba Enstîtuya Lêkolîna Hucreya Kok û Pençeşêrê ya Zanîngeha McMaster a li bajarê Hamiltonê, ya di bin pêşengiya Prof. Mike Bhatia de, di jimara vê mehê ya kovara zanîstî Nature de hat weşandin.

 

Prof. Bhatia derbarê xebatê de daxuyanî da û got; “Çermê ku me ji nexweşek gihayî yê pençeşêrê girtibû, me bi sênîka protein a Petrî û fîbroblastan (hucreya xwîn çêker), bi dirêjiya mehekê şûşt. Me piştî mehekê, di sênîkê de hunceryên xwînê yên mûtasyona genetîk û bi tendûrist bi dest xistin. Ji ber ku çavkaniya xwînê ya wî bi xwe bû, ne gengaze ku laşê nexweş vê xwîna me bi dest xistî red bike.”

 

Prof. Bhatia diyar kir ku dibe di sala 2012’ê de bikaranîna vê sîstemê di klînîkan de bê bikaranîn û got; “Em ê bi vê riyê, di pêkanîna kemoterapî de, bi neşterîgerîkirina nexweşên pençeşêrê de bigihin derfetên zelaltir. Niha yek astengî li pêşiya me heye, ew jî; gelo em ê ji bo em nexweşek gihayî yê pençeşêrê bikaribin çiqas çerm ji bo hucreyên bi tendurst bi dest bixin. Hêviya me ya di vê mijarê de ne xurt e.”

 

Herwiha Prof. Mike Bhatia got; “Di destê me delîlên ku em bikaribin ne tenê xwînê ji çermê mirov çêbikin, gelek tiştên din jî bihilberînin hene. Lê dema me xebata xwe qedand em ê wê demê vana rabigihînin.” Anf

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Google+ fotoğrafı

Google+ hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Connecting to %s