Exlaq, tê wateya nirxdaraziyên me yên ku di têkiliyên di navbera mirovan de dertêne holê û ku bi baş an rast, an jî bi xirab an çewt têne binavkirin. Hege em vê danasînê bi awayekî hesantir bibêjin, wê demê em dikarin bibêjin ku, exlaq lêgerîna baş  û xirab e.

Wateya baş û xirab jî, wek tê zanîn; li gorî şexs û civakan û heta li gorî demê jî diguhere. Ango, tevgerek xirab, dibe ku di civateka din de ne tevgerek xirab be. Lewra, wateya baş û xirab guherber e. Bingeha peyva exlaqê, di erebî de wûşeya  ‘hulk’, yewnanî de ‘ethos’  û latînî de jî, peyva ‘mos’ e.

Peyva ‘ethics’ ku di zimanê ingilîzî de di wateya exlaqê de tê bikar anîn, ev peyv jî, ji ‘ethos’ a yewnanî tê. Herwiha, bingeha peyva ‘morality’ jî, ku di zimanê ingilîzî de di wateya exlaqê de tê bikar anîn; ji ‘mos’ a latînî tê.

Rêzikên exlaqî, nirxdaraziyên me ne û bi demê re, carinan hinek ji wan wê girîngiya xwe ya berê winda dikin û bi temamî ji holê radibin. Lê, hinek ji wan; carinan jî dibin rêzikên hiqûqê. Dîsa mirov dikare bibêje ku, exlaq sponton e. Ango, ji ber xwe ve an ji xwe xwe re çêdibin, an dertêne holê û tiştekî, ne çêkirî ne.

Ew pirsên bingehîn yên felsefeyê jî, pirsên wek; gelo wateya mirov çiye? Divê ku çî be? Û hwd. bivênevê, felsefeyê nêzîkê exlaqê dike û felsefe dixwaze ku fêhm bike, gelo armanca tevgerên mirovan çî ne, an divê ew çî bin û an jî, kîjan tevgerên mirovan, êdî mirovî û xwedîerdem in

Bêguman, ev pirs û pirsên mîna van pirsan, rê li felsefeyê vedike û felsefe jî, dixwaze bersiva van pirsan bibîne. Ji vê bineşaxa felsefeyê re, felsefeya exlaqê (etîk) tê gotin.

Bêguman, dibe ku ev danasîna me danasînek ne tekuz be û kêmasiyên wê hebin. Lewra, her danasîneka felsefeyê kêm zêde kêmasiyeke di nava xwe de dihewîne û bi hêleka keyfî tê gotin. Lewra, felsefe jî wek huner, çand û hwd. rahişmendiyek mirovî ye. Piştî vê kurtedanasînê, niha jî em dikarin dest bi babeta xwe ya resen bikin.

Homeros, Hesiodos, Herakleîtos û Demokrîtos:

Di heyama Antîk de, cara yekemîn em di dewra ronîbûna yewnan di ramanên Sokrates de rastê felsefeya exlaqê dibin. Em wan ramanên Sokrates yên di vê babetê de ne, ku Sokrates xwestiye wan bi rêbaza xwe ya xweser û rexnekar şirove bike, em wan ji şagirdê wî Platon (Eflatûn) fêr dibin, ku Platon wan di diyaloxên xwe de nîşanê me daye.

Di berhema XENEPHON ya bi navê Bîranînên Sokrates de jî, em rastê ramanên Sokrates yên xweser dibin. Belam, berî Sokrates di ramanên Homeros û Hesiodos de jî, em rastê ramanên exlaqî dibin. Lê e van ramanweran, bersiva pirsên li ser bingeha heyînan, çêbûna gerdûnê, di gerdûnê de cîh û erka mirovan; di bin bandûra gotinan û ol de dane.

Li cem Herakleîtos (B.Z.540-480) û Demokrîtos (B.Z.460-370) jî, em li ser babeta exlaqê, rastê fragmentan têtin. Belam, Herakleîtos têgeha exlaqê bi awayekî zanistî destnîşan nake. Demokrîtos jî dibêje; bextewarî, tiştekî hûndirî ye.

Demokrîtos wiha dibêje:

“Bextiyarî jî ya rih e, bextreşî jî… Rih, rawestgeha bextiyarî û bextreşiyê ye. Ne hemû kêfan, lê divê mirov yên li gorî exlaqê delal in hilbijêre.”

Ji ber ku yekemîn car xweseriya yên exlaqî Demokrîtos destnîşan kiriye, etîka Platon û Sokrates û hemû felsefeya exlaqê ya Antîk Yewnan, xistiye bin bandûra xwe.

Li gorî nêrîna wî:

“Mirov, ji bona ku bikaribin fêhmkoriya xwe biveşêrin, xwe kirine peykerekê/kî çarenûsiyê. Lewra çarenûsî, pirr kêm bi hizirdariyê re şer dike.”

Rewşbaşbûna rih (Euthymia) û bextewarî (Eudaimonia) ji Demokrîtos dest pê dike û dibe dêhêmana etîka hemû yewnanê. Herweha, em dikarin Eudaimonîzmê; heta Demokrîtos jî bibin.

Di dîroka felsefeyê de, çawa ku Thales bavê felsefeyê tê hesibandin, em dikarin Demokrîtos jî, bavê Eudaimonîzmê bihesibînin û bi rihetî, em dikarin bibêjin ku hemû felsefeya Heyama Antîk, xwediyê wesfên Eudaimonîst in.

Wûşeya Eudaimonia, tê wateya bextewarî ye. Têgeha bextewariyê nîşan dide ku, armanc û nîrxên jiyanê; di rihê mirov de ne.

Dilêrîna Antîk Yewnan ya bextewariyê, xwediyê bastûreka şexsî ye. Ango, lê digerin da ku yeko yeko, ji bo şexsan riya bextewariyê bibînin. Ancax, dema ku em li dilêrîna nirxa sedsala 18- yê hûr dibin, wê demê em dibînin ku ramana bextewariyê ya Antîk Yewnan wê wesfa xwe ya şexsî, di Heyama Nû de winda kiriye.

Lewra, di Heyama Nû de êdî bextewariyeke civakî derbazî ye. Lê dîsa jî, em tovên vê bextewariya civakî; di Heyama Antîk de, li cem Platon dibînin. Ji ber vê çendê jî, pêwîst e em di ramanên Sokrates, Platon, Arîstoteles û Stoaî yan de em li ser têgeha baş (çê, çak, rind, qenc) rawestin.

Di ramanên Sokrates de têgeha ‘Baş’ (B.Z.469-399)

Sokrates, li hemberî vê îzafiyeta ku ji aliyê Sofîstên hemdemên wî ve hatibû afirandin, radiweste û wisa bawer dike ku, ji bo pirsgirêkên jiyana mirov; bi helwdaneke kûr û rasteqîn, mirov dikare xwe bigihîne rastiyeka tevayî. (Tumel)

Sokrates, wekeheviya (zanava) erdem û zanayiyê diparêze, desthilatiya ol û kevneşopan datîne aliyekî û hêjahiya aqil û ramanê, bilind dike. Ew bi awayekî xurt, baweriya xwe bi hebûna rêzikekî tîne.

Li gorî felsefeya wî:

Hemû erdem, ji zanayiyê têtin. Zanayî (Episteme) mirovan digêjîne tevgera rast û nezanî jî, dibe sedemê tevgerên çewt. Ji ber vê sedemê çavkaniya tevgerên me yên exlaqî, dibe zanayî. Li gorî Sokrates, naveroka vê zanayiyê jî, baş e û ew mirovên ku dizanin baş û rast çiye, ew mirovên xwedîerdem in. Sokrates, têgehên baş, spehî û sûdmendê (bisûd) bi awayekî hemwate bikar tîne. Di sedsala 18- ê de jî, em rastê hevratiya baş û spehiyê dibin.

Li gor nêrîna Sokrates:

Ew karên (şolên) ku alikariya jiyaneka bêazar dikin û xweş in; ew spehî ne. Hemû karên spehî jî; baş û bi sûd in. Ji ber ku wiha ye, baş xizmeta armanceka kifş dike. Tu kes, bi hemdê xwe an bi dilê xwe; naxwaze ku yên xirab e, bike.

Lewra, ne li gorî xwezaya mirov e ku, yên xirab ji yên baş raser bibîne. Ji başiyê veqetandina xirabiyê ya mirov jî, nîşana zanyarî û xwedîerdemiya mirov e. Ji xwe, zanayî erdem e û xwedîerdemî jî, zanyarî ye. Ew mirovê ku zanayiyê û riya zanistê bişopîne; wê ew mirov baş û bextewar be. Herweha, yên ku Eudamoniayê jî diafirîne, dilpakîtî (xwedîerdemtî) ye.

Sokrates dibêje ku:

“Li wê dera ku rêkûpêkî û guncanî heye, li wê derê baş dertê pêşiya mirov. Lê, li wê dera ku tevlîhevî heye; li wê derê jî xirab dertê pêşiya mirov. Yên ku tiştekî dike baş, rêkûpêkiya wê ye. Heman rewş, ji bo giyana mirov jî wiha ye.

Giyana mirov, çiqasê bi guncan be; wê mirov jî hewqas bextewar bibe. Mirov, bi bikar anîna aqlê xwe, digihêje guncaniya giyana xwe. Ew “baş” a ku ji zanyariyê tê, mirov bi wê digihêje bextewariyê.”

Ji ber ku wiha ye, ew dilpakiya (erdemî) ku ji zanayiyê tê (exlaqdarî) û bextewarî, heman tişt in. Sokrates, li ser dilpakî, zanyarî û bextewariyê, ramanên gelemper pêşniyar dike. Lê tu carê, danesîneka wan a teqez (ferzîne, mitleq) nade. Yên hewl dide ku yekemîn car wan bide nasandin, bêguman şagirdê wî Platon e.

Di ramanên Platon de (Eflatûn) de têgeha ‘Baş’ (B.Z.427-347)

Platon, ji wan lêkolînên Sokrates yên li ser babeta erdemê bûn, dest bi xebata xwe kiriye. Ji bo xebatên Platon jî, mirov dikare bibêje ku etîka Platon jî bextewarîparêz e. Lewra, li gorî Platon jî, başiya herî bilind bextewarî ye. Platon, li wê bextewariyê digere, ku ev yek armanceka mirov a xwezayî ye û dixwaze ku fêhm bike, ka ew çiye gelo?

Platon, di diyaloxên xwe de herdem li ser erdem û bextewariyê rawestiya ye, wan daye nasandin û hewl daye, da ku rêbazên bextewariyê fêrî mirovan bike.

Li gor felsefeya Platon:

Bextewarî (dilşadî, bextiyarî), xwedîtiya başiyê ye. Baş, ew tişte ku hemû kes wê/wî dixwazin. Platon dema ku li ser pirsgirêkê hûr dibe, ne şexsan, lê civakê dide ber çavê xwe. (civakê, ji xwe re wekî pîvaneke dibîne) Ji zêdetirê mengiya şexsî, ew berê xwe dide mengiya civakî. Platon, ne behsa mirovekî gihaştî (kamil, tekûz), lê behsa civateka gihaştî dike.

Li gor nêrîna wî:

Baş a herî bilind, ji tevlîheviya zanayî û kêfê pêk tê ku tevlîhevî jî, li gorî pîvana a spehî û rastiyê çêdibe. Erdem; aheng, rastî û rêkûpêkiya rih (giyan) e. Xirabî jî, xirabûna vê rêkûpêkî û ahengê ye. Mirov çiqasê xwedîerdem be, hewqas azad e.

Lewra, rihê mirovekî wiha; ji aliyê aqlê wî ve tê kargerandin. Ji ber ku aqlê wî serwer e; ew mirovekî/ka  xwedîerdem e, bextewar e, xwedîpîvan û dilrihet (aram) e. Ew mirovê ku êsîrê bengîniya xwe ye jî, ew bedbext, bêaheng û bêaram e.

Platon, dema ku di felsefeya xwe ya gelemper de behsa têgeha ‘Baş’ dike, mirov dikare bibêje ku ji dazanîna Sokrates behrirehtir li mijarê hûr dibe.

Dilêrîna Sokrates ya têgeha baş, di esasê de mirov dikare bibêje ku li hemberê dilêrîna Sofîstan serhildanek e. Felsefe û dinyabiniya Sofîstan, seranser li ser hîmên berjewendî û li xweşê hatinê hatibû damezrandin.

Mesela Protagoras wiha digot:

“Ez Sofîst im û mirovan perwerde dikim. Ev çend sal in ku ez di nava vê hunerê de me. Xorto! Ger tu li cem min bimînî, wê tu ê ji roja ewilî ve bigoherî û wê tu ê baştir bibî. Her roj, wê tu ê baştir bi pêşve biçî.

Tiştên ku wê ez ê fêrî we bikim, ev in:

Di karên malbatî û dewletê de têgihiştina hêza kargerandinê û di siyasetê de pêdiviyên bihêzbûnê… Ez ji bona yek tiştekî soz didim ku wê ez ê, wan mirovên azad bikim mirovên şehraza.”

Wekî ku xwiya dike; mirov dibîne ku Protagoras têgeha  BAŞ, hima hima bi berjewendiyê re wekehev dibîne û vê têgehê, di pratîkê de dike tiştekî kêrhatî.

“Pîvana hemû tiştî, mirov e. Hemû tişt, xwe ji min re çawa bidin xwiyakirin; ew wiha ne. Ji te jî çawa xwiya bikin, ew wisa ne. Ji bona yên ku diqufilîn; ba serma ye. Lê ji bo yên naqufilin jî, ba ne serma ye.”

Protagoras, bi van gotinên xwe re mirovan wek pîvana hemû tiştî dibîne û rê, li îzafiyetekê nirxî vedike.

Heçî Platon e, ew di ‘Zagon-Yasaya’ xwe de dibêje:

“Pîvana hemû tiştî Xwedê ye.”

Û bi vê ramana xwe re jî dixwaze xwe bigihîne mutleqîyeteka nirxî û aheng û dengeyekê (parseng) bigîhîne jiyana mirovan.

Em ramaneka bi vî rengî, li cem Demokrîtos jî dibînin ku gotibû:

“Ji bo hemû mirovan, heman tişt baş û rast e.”

Platon ramanên Herakleîtos jî napejirîne, ku gotibû:

“Hemû tişt di herk û bûyînekê de ne û diguherin.”

Platon, li hemberî vê yekê nerazîbûna xwe nîşan dide û wiha dibêje:

“Zanayiya tiştekî ku herdem diguhere tune û mirov nikare jê, tu zanayiyan bidest jî bixe.”

Ji ber ku ew jî di dewreka tevlîhev de dijiya, ku di wê dewrê de jî şer û pevçûn hebûn; ew jî di nameya xwe ya VII. ê de dibêje ku:

“Min piştî ku dît hemû tişt bêarmanc dihejin û diguherin, ez ecêbmayî mam û bêhêviyekê min girt.”

Herçiqas, ew li hemberî ramanên Herakleîtos radibe jî, lê dîsa jî mirov dibîne ku di felsefeya wî de, ramana guherinê û herkbûna hemû tiştî heye û ev yek, bûye hêza dahfdana felsefeya wî. Lewra Platon dixwaze nîşan bide ku, li pişt wan tiştên guherînek ku herdem diguherin û di herk û bûyînekê de ne; mînak an hilikek naguher heye.

Platon, navên wan mînakên ku naguher in û her dem wek xwe dimînin, datîne Îdea

Platon, wek heyîneke li îdeayê mêze dike û li gorî wî, îdea tiştekî herî rasteqîn e. Di jiyana rojane de, hemû ew tiştên ku em wan dibînin, rastê wan tên an wan dinasin, ew kopyayên îdeayan in. Îdea, li gorî kopyayên xwe rasteqîn in.

Lewra kopyayên Îdeayan, girêdayê demê ne û bi demê re jî, ji holê radibin. Lê, ew îdeayên ku em dikarin ji bo wan bibêjin ku ew rasteqîniyên resen in; ew tu carê naguhorin, heyînên bêdestpêk û bêdawî ne. Platon wiha difikire ku, em ancax dikarin di derheqê Îdeayan de zanayiyan bidest bixin.

Platon, di wê şibandina xwe ya şikeftê de wiha dibêje:

“Yên ku hemû wanekan (nesneyan) ronî dike, îdeaya baş e.”

Îdeaya baş, çavkaniya wê ronahî û tava (roja) ku hemû wanekan ronî dike, ye û ew, çavkaniya hemû zanayî û heyînan e.

Platon dîsa dibêje ku:

“Îdeaya baş, raserê hemû îdeayên din e.”

Platon, vê îdeayê di nava wê sînorên dinyaya ku mirov têdigihêjî de dibîne. Mirov, bi hêsanî nikare wê îdeayê bibîne. Ji bona dîtina wê, pêwist e mirov bizanibe ku hemû tiştên baş û delal, jê têtin. Di dinya xwiyakirî de ya ku ronahiyê diafirîne û belav dike, ev îdea ye. Di dinya têgihiştî de jî, rastî û têgihîn, jê têtin.

Mirov, ancax piştî dîtina wê; dikarin di jiyana xwe ya hûndirîn û derveyî de, bi zanyarî tevbigerin. Piştra, Platon wê lêgerîna xwe ya başiyê didomîne. Ew têgeha ku ji aliyê hemû kesan ve, li ser navê başiyê lê tê gerîn û wekî miraza jiyanê tê dîtin. Ew têgeha beyî ku bizanibin ew çiye, bi tenê girîngiya wê hîsdikin. Lewra, ew tiştekî herî bi nîrx, raser û baş e.

Platon, di destpêkê de dev ji eslê têgeha baş berdide û hewl dide da ku beşeka vê têgehê, yeka ku gellekî dişibe wê an hevramaneka vê têgehê ye; ji me re vebêje.

Li gor nêrîna wî:

Hin tiştên ku hene, ji xwe ew spehî (delal ) ne û ji xwe, baş in. Lê bi van tiştan re hin nesneyên din jî hene ku, ew jî xwediyê yek heyîneka naguher in. Yanê, xwediyê yek îdeayekê ne. “Gellekî tişt xwiya dikin, lê nayêtin têgihiştin. Lê Îdea, têne têgihiştin. Lê, ew xwiya nakin.”

Tiştên ku xwiya dikin, em wan bi hêza dîtinê dibînin. Çavên me çiqasê rind bibînin bila bibînin; ew tiştên ku xwiya dikin, ew çiqasê rengorengo bin bila bin; hege pergaleka sêyemîn tevlî kar nebe, çav wê wan nebînin û wê ew reng jî xwiya nekin. Ev pergal, şewq an jî roj (tav) e.

Platon, rojê wek tayê (eş) têgeha baş û beşeka wê dihesibîne.

“Ew tiştê ku ez dibêjim têgeha Baş aniye holê, ew roj e. Baş, rojê; ji bona xwe wek ta afirandiye.”

Di vê dinya xwiyakirî de ji bona çav û wanekên xwiyakirî roj çî be, di wê dinyaya têgigihiştinê de jî BAŞ, ji bo raman û tiştên ku têne hizirîn, ew e. Tiştê ku rasteqîniya nesneyan dide wan û hêza zanînê dide mejiyê mirov, îdeaya Baş e. Ji hêla zanînê ve îdeaya baş, çavkaniya rasteqînî û zanistê ye.

‘Zanist û rasteqîn çiqasê delal bin bila bin, ji vê yekê bawer bike ku Baş, ji wan êdî raser e.’

Di dinyaya xwiyakirî de hizra nêzîkbûna şewqê û çavan, rast e. Lê, wan wekî rojê hesibandin çewt e. Mîna vê yekê, li dinyaya têgihiştinî de zanist û rasteqînê wekî ‘Baş’ dîtin çewt e. Cihê baş, bêguman raserê herduyan e û ji wan gellekî bilindtir e jî.

Platon, têgeha baş mîna sedemê gerdûnê yên resen dibîne û vê têgehê, dike tiştekî mitleq. “BAŞ” a wî, di heman demê de maneyeka olî û razdar (mîstîk) jî distîne. Platon dibêje ku erdem, ne kit e; ew pirr e û ji bo her beşekê rih, erdemek heye.

Ev erdem jî: 1- Sophia-Zanyarî 2- Andreîa-Mêrxasî 3- Sophrosyne-Pîvanetî 4-Dikaiosyne-Rastî 5-Osiotes-Xwedîolîtî ne. Zanyarî, bi aqil ve girêdayî ye û serwerê giyan (rih) e. Mêrxasî, di demên xeternak an nexeternak û xweş an nexweş de; ew tevgerên me yên ku em wan nîşan didin, e. Pîvanîtî û rastî jî, erdemên gelemper in û ahenga yekkeriyê pêk tînin.

Platon rastiyê, erdema herî raser dibîne ku ev erdem, hemû erdemên din li cem xwe dicivîne.

Zanyarî, rastiya têgihanê ye.  Mêrxasî, rastiya dil e.  Xwedîolîtî jî, rastiya di navbera me û Xwedê de ye.

Hasilê, exlaqa Platon berawajiya Sokrates û dibistanên Sokratesî (Sokratparêz), civakî ye. Lewra, ew ne tenê li riya berxwîdariya mirovekî; lê ew li riya berxwîdariya civakê digere û çawa ku me berê vegot, gerûya (odaxa) vê exlaqê jî, îdeaya Baş e.

http://www.dogubayazit.biz/index.php?topic=5506.0

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Google+ fotoğrafı

Google+ hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Connecting to %s