Di derheqê felsefeyê de, bêguman mirov nikare danasînek naguher û vekirî bide. lewra, ev yek gellekî zehmet e. Çimkî, felsefe dişibe huner, zanist, ol û rahişmebdiyên din yên mirovî. Felsefe ne wûşeyek tenê ye ku bête danasîn, ew rahişmendiyek însanî û çandî ye û divê, lê were lêkolîn.

 

Lê dîsa jî, ez ê bi danasîneke felsefeyê dest bi vê gotara xwe bikim:

 

“Felsefe; li ser wesp û avahiyên gerdûnê û li ser armancên mirovan û cîhê wan, şirovekirinekê gelemper e; bi riyaka rexnekar, diyarkirina azmayîş, zanayî û ramanên me û nêrîneke dinyayê ye.”

 

Belê ev danasîneke felsefeyê ye, lê ev danasîn ne besî îfadekirina felsefeyê ye. Lewra, her pênaseka felsefeyê; kêm an zêde, bi hêlaka keyfî tê gotin. Bêguman, di navbera ramana felsefî û ol, zanist û huner de, têkiliyekê nêzîk û şidyayî heye.

 

Herwekî; em dikarin bibêjin ku tiştê ol bi awayekî hestî pêk tîne, felsefe vê yekê bi awayekî pisporî pêk tîne. Ango jiyana însan, di gerdûnê de cîhê wî/wê, pêwendiyên însanî û ji bona birêveçûna kar û barên însanî, felsefe daxwaz dike ku van babetan bi rêbazeke pisporî û rexnekar, şirove bike.

 

Di dîrokê de, em bi hêsanî dikarin bibêjin ku, felsefe bi rexnekirina baweriyên olî û exlaqî derketiye holê û tu carê dev ji vê helwesta xwe ya rexnekar bernedaye.

 

Di bingehê de; felsefe û ramana zanistî bi hevre derketine holê û ramana feslefî, herdem ji zanayî, lêkolîn, rêbaz û ji pîvanên zanistî hêz girtiye û bi vî awayî xwe herdem nû kiriye.

 

Di babeta pêdiviya felsefeyê de jî, mirov dikare çend dîtinan vebêje: Dema ku mirov li ramana Ewropa ya zanistî mêze dike, bêguman mirov dikare bibêje ku ev raman zanistî ye, bi lewn e û xwediyê rûçikên eşkere ye. Çimkî; ev raman berê her tiştî rasyonel e. Xwediyê zagonên hevngir e û heyîn an obje, bi rêbazên eqlî têne şirovekirin.

Qenciya ramana rasyonel çiye?

 

Berê her tiştî, ew angaştên ku têne pêşiya mirovan; wek raman, giyan, bawerî û hwd. divê ku wek baweriyên dinê bin û pêwîste ku her mirov bikaribe bi awayekî eqlî jê encaman derxe û guftegoyî bike.

 

Ancax wê demê, mirov dikare bibêje di vir de ramanekê rasyonel dixweyî an ev ramaneke rasyonel e. Dema ku mirov dibe xwediyê ramanên rasyonel, wê demê baweriyên mirov yên serbixwe, xurt û fireh dibin û mirov êdî, dikare wan baweriyên xwe di bêjînga eqil de derbas bike. Li hêla din jî, li hember objeyan baweriyên mirov yên teorîk zêdetir dibin û mirov, zanayiyê, ji bo zanayiyê daxwaz dike.

 

Ji zanistê re du hêman pêwîst in

 

1- Hêmana teorîk

2- Hêmana pratîk.

 

Di hêmana teorîk de: Mirov ji bo zanayiyê xebatê dike û pirsên mirovan, li ser vê yekê ne. Mirov li bersiva çêbûna tiştan û li riya çêbûna wan digere.

 

Belam hêmana pratîk, xwesteka mirovan ya serweriya xwezayê ye û di têkiliyên di navbera mirov û xwezayê de derketiye holê. Lê, di derketina felsefeyê de hêmana teorîk rolekî girîngtir leyîstî ye. Lewra bi vê hêmanê re, zanayî ne ji bo armancên pratîk, zêdetir ji bo zanayiyê tê daxwaz kirin. Li pişt vê helwestê jî, heyr heye û di naveroka xwe de spekûlatîfê dihewîne. Piştra, ramana spekûlatîf û rexne bi hevûdu re bûne motora dahfdana ramana rojava.

 

Herwiha, em dikarin bibêjin ku ev raman, bûne sedemên şirovekirina gerdûnê (UNİVERSE) yên veninî. Ev lewna ramanê, cara pêşîn di bingeha felsefeya grekan de xwiya kiriye. Felsefeya Grekê; “B.Z” di sedsala 6- an de dest pê kiriye.

 

Pirsa çêbûna gerdûnê, bi awayekî naturalîst dane û ev dem; piştra, bûye destpêka felsefeya grekê. Ango; xweza bi xwezayê hatiyê şirovekirin.

 

Ev raman, piştra li ‘Mîtonyayê’ dest pê kiriye. Mîtonya keviyên Enedolê, ango Asyaya biçûk e. Berî Zayînê di sedsala 6- an de, felsefe cara pêşîn li vir diyar dibe û mirov; cara pêşîn li vê derê pirsa çêbûna dinyayê dikin. Lewra, ji bona felsefeyê pirsa çêbûna dinya û gerdûnê girîng e.

 

Cara pêşîn, mirovan li vê derê qîma xwe bi bersivên olî ne anîne û ji çerçoweya bersivên olî derketine. Li bersivên cihêreng geriyane ku, ev yek jî niqteyeka pirr girîng e.

 

Di babeta, têkiliya mîtolojî û felsefeyê de jî; em dikarin bibêjin ku têkiliyek di navbera wan de heye. Lewra, mîtolojî hilberiya zanista xam e.

 

Îyonya paytextê mîlethûsê û dergûşa zanistê ye…

 

Gelo, li pişt vê hilpişkina wan ya çandî çî hebû?Tîna wan ya xweser hebû “geist-spîrît”, avahiyên wan yên arîşî, nêrînên wan yên li ser dinyayê û terzê zimanê wan a xwerû hebû. Gelên Mîlethûsê, bazirgan û deryavan bûn.

 

Bi alikariya bazirganiyê re, gellek baweriyan kişandin welatê xwe û guhertineke wiha; wan ji pêdiviyên rojane rizgar kir. Piştî ku pêdiviyên wan yên rojane kêm an sivik dibin, wê demê wextên wan yên vale zêde dibin û bi vê yekê re, hewl didin huner, zanist, edebiyat û felsefeyê.

 

DEM

 

Ji bo xwendin û afirandina berhemên mirovî, wextekî vale an betal, pêwîst e. Berî Zayînê di sedsala 6- an de, ev tişt xwiya kiriye. Ew dewlemendiya ku ji bazirganiyê hatiye, bi kêrî huner, edebiyat, zanist û felsefeyê hatiye û di van babetan de hatiye bikar anîn.

 

Dewlemendiya wan, di destpêkê de xwe di helbestên lîrîk de nîşan daye. Bi van helbestan re jî, ji rewşa gerdûnî, olî û exlaqî derketine û yekêm car, li ser hestên şexsî rawestiyane. Di jîngehek pirr zindî û di pergalek polîtîk de:Hînê rûmeta serxwebûna xwe (individual) bûne.

 

Piştî van gavên pêşverû; ji bilî ramanên serwer, ramanên cihêreng yên nû jî derketine holê. Helbest û ol; bi nêrînekê mîtolojîk têne qutkirin û felsefe jî, li hemberî wan nêrînan dertê holê.

 

Felsefe ji ramanên mîtolojîk derketiye, lê çawa gelo?

 

Xwedayên grekiyan dişibiyan mirovan û grekî, di pergaleka wiha de dijiyan. Ew Xweda, bê mirin bûn.Di navbera ramanên xwe yên daringî û arîşî “madî û manewî” an olî de, cûdatiyeke ava kirine û piştî vê veqetandinê, kultur dest pê kiriye.

 

Ev niqte, xwesteka serweriya xwezayê bi xwe re tîne. Lewra, di mîtolojiya grekan de di destpêkê de SEHM, ango CAOS heye û wisa bawer dikin ku, gerdûn di nava tevlîheviyekê de ye û her tişt, ji hev ne veqetiya ye.

 

Ji vê telîhiviyê, gerdûneka birêzik dertê û jêre ‘COSMOS’ tê gotin. Li gorî nêrîna grekiyan, hêza îlahî gerdûnê ji vê tevlîheviyê rizgar kiriye û piştra, gerdûn bûye avahiyeka birêzik. Ji wê hêza îlahî re jî, gotine *DEMÎURGAS.

 

Piştra, bîr û baweriya xwe bi Xwedayên ZEUS Û bi Xwedayên din re jî anîne. Di vê babetê de niqteyeka din: Tiştê ku li welatê wan diqewime an tê serê wan û kar û barên wan yên dinyayî, bi zagonan hatine kargerandin û rola wan zagonan jî pirr girîng e.

 

Berê grekiyan jî, gelo ma felsefe hebû?

 

Bersiva vê pirsê gellek zehmet e. Lewra, pêwîste ku mirov li ser vê babetê, bi awayekî berfireh raweste. Lê dîsa jî, ez ê bi kurtî be jî çend ravekirinên di vê babetê de vebiguhezim. Belê, li gorî nêrîna hinek ramanweran; berê grekiyan felsefe tune bû û felsefe, bi dema wan re dest pê kiriye.

 

Belam, em dibînin ku di vî warî de di navbera ramanweran de gengeşiyek heye û ew hemû vê angaştê napejirînin. Li gorî dîtinên van jî; felsefe bi xwe jî ji felsefeya Hînd, Çîn û ji felsefeya Mirsê derketiye.

 

Yên li hemberê vê yekê radibin, ew jî vê yekê wiha rave dikin:

 

Belê, li Hîndîstanê, Misrê û li Asûr siyaset û huner hebû, lê felsefe tune bû. Di felsefeya Hîndûyan de, di naveroka metnên pîroz de ‘UPANÎŞAD’ li ser gerdûn û çêbûna wê daxuyanî hene, lê mixabin bingehên wan daxuyaniyan îlahî ne. Ango, ew şiroveyên pîroz in.

 

Li gorî vê felsefeyê; hemû gerdûn ji yek heyînekê derketiye, ku ev heyîn jî BRAHMAN e. Ev ne şiroveyên zanistî ne, girêdaniya wan bi îmgeyan û bi îmajan re heye ku, gotinên helbestîk in. Ango, şiroveyên eqlî cîhê xwe ji helbestên lîrîk re hiştine.

 

Demîurgas: Hêzeka ne afiraner e. lewnî ye û şekil daye dinyayê.

 

Ali Gurdilî

info@felsefevan.com

 

Wêne: Shcool of Athens

 

Çavkanîya http://www.felsefevan.com/ ê neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

 

2 responses »

  1. Bahar sevilgen diyor ki:

    Ali Gürdili bana ulaşabılır mı.. ?

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Google+ fotoğrafı

Google+ hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Connecting to %s