Wekî birêz Ocalan di pirtûka xwe ya bi navê şaristanî yê de destnîşan dike ku tevayê belavbûna mirovahiyê ji Newala Rîfê ya li Kenyayê an ji derdora Gola Tirqanayê belav bûne. Hetanî belavbûna mirovahiyê ya li parzemîna Afrîkayê zanistî behsa du hêyaman dike. Heyama miyosenê û heyama plîyosenê. Heyama miyosenê B.Z. ji pênc milyon salan wêdetir hetanî bîst milyon sal in. Di wan heyaman de ajalên qilafet mezin jiyane û bi navê mamudan, dînozor û dew an ejderheyan hatine bilêvkirin û zanistiya fosîlan wan ajalên qilafet mezin ji bin erdê derxistine. Zanistiyê li ser wan fosîlan angaştên der heqa wê heyamên de û bi berfirehî li ser rawestiya ye.
Gelo bi çi awayî Newala Rîfê çêbûye. Cih parzemîna Afrîka ye û li bakura welatê Kenyayê ye, Newala Rîfê ber bi welatê Etopyayê ve dirêj dibe. B.Z. bi 15 milyon sal di dema miyosenê de bi guherînek jeolojiyê hatiye çêbûn. Zanistî dibêje dema ku parzemîna Avrasyaya û Afrîkayê li hev likumînê newala Rîfê çêbûye.
Dawî li wan hatina ajalên qilafet mezin bi destpêka heyama plîyosenê ajalên qilafet biçûk afirîne. Çiqas ku ajal di dema miyosenê de hebûn jî çelebên wan xwe nû nekirine û bipêş neketine. Heyama miyosenê nermayiyek xwezayî bi xwe re aniye ew nermayiya xwezayî fersenda ku ajalên demê yê biguhan bi pêş bikevin û di warê biyolojiyê de ku guhwer in bi wan re çêbibin. Ev dever Newala Rîfê ye ku jiyan li wê newalê ji bo giyan wiha gengaz bûye.
Gelo ka însan çi ye? Heman pirsê bi hezar salan însanan ji xwe pirsîne û hêj dipirsin. Lepirsîna ku em kî ne û ji ku hatine yan em bi çi awayi afirîne. Ev pirsîn bi rêbazên xwezayî hatine bersivandin bi rêbazên mîtolojiyê hatine bersivandin bi rêbazên teolojiyê hatine bersivandin lê mirovan xwe qaneh nekirine û hê jî ku insan ji ku derê û bi çi awayî afiriye û wê di ku derê re nehatiye bersivandin di qirnên nozdêh min û bi vir de bi awayekî zanistî ev pirsên mirovan hatine bersivandin. Bi pêşketina zanyariya fosîlan ku ne bes jî be dîsa mantiqek û formasyonek bi aqilî ji afirîneriya însan re hatiye dîtin. Ji hêla xwezanas Lamarck (1744-1829) nêzîbûna mirovtiya însan û homorita gotiye. Charles Darwîn û Alfred Rûsel Wallace ji hev cuda li ser kok û binyada însanan angaşt bi pêş xistine.

Serkeft Botan

06.10.2010

azadiya welat

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Google+ fotoğrafı

Google+ hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Connecting to %s